Li Êlihê erebe ji pirê ket xwarê: 2 mirî

Di encama ketine erebeyeke ku ji pira li ser rêya Êlih-Sêrtê de 2 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî giran birîndar bû.

Ekleme: 21.01.2023 10:25:34 / Güncelleme: 21.01.2023 10:25:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li ser Çema Garzanê ya ku li Qubîna Êlihê ye pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya bi plaqeya 56 AAJ 321 yê ku li ser rêya Êlih-Sêrtê bû, ji ber ku şofêrê erebeyê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û ji ser pirê ket nav Çema Garzanê.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ‘ewil A.T. û H.Y. canê xwe ji dest dan û M.N.K. jî giran birîndar bû.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin. M.N.K. yê ku ji teref ekîbên binê avê yên îtfaîyeyê hat derxistin bi ambûlansê hat rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Êlihê, kesên ku canê xwe ji dest dane jî ji mêrgê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)