Li Pakistanê êrîşa bi bombe: 18 birîndar

Li wîlayeta Belucistana Pakistanê di encama teqîna bombeyê ya ku ji rêya trênê re hatibû raxistin de trên ji rê derket û 18 kes birîndar bûn.

Ekleme: 21.01.2023 09:45:28 / Güncelleme: 21.01.2023 09:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Trêna rêwîyan a ku ji qesebeya Machê diçû bajara Peşawerê, li herêma Bolanê ji ber bombeya ku ji berê ve hatibû raxistin êrîş lê hat kirin.

Di encama trênê de bi tevî loqomotîfê 8 wagon ji rê derketin û 18 kes birîndar bûn.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ji bona ku rêwîyên dinê bi rehetî rêwîtîya xwe bidomînin ji herêmê re trêneke dinê hat şîyandin.

Ji bona wagonên ku ji rê derketine bên rakirin jî xebat hat destpêkirin.

Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)