Li Komarîya Demokratîk a Kongoyê kelek bin av bû: 145 winda

Di encama bin av bûna kelekekê ku li Komarîya Demokratîk a Kongoyê bin av bû de herî kêm 145 kes winda bûn, 55 kes jî hatin xelaskirin.

Ekleme: 20.01.2023 15:15:26 / Güncelleme: 20.01.2023 15:15:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedaran diyar kirin ku di nav Çema Lulonga ya ku li alîyê bakurê welête de, keleke ji ber barê giran ku heywan û tiştên malê tê de bûn bin av bû.

Hat destnîşankirin ku di encama bin av bûna kelekê de herî kêm 145 rêwî winda bûn û 55 rêwî jî hatin xelaskirin.

Li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome lê ev xebat bi îmkanên kêm tê çêkirin. (ÎLKHA)