Cenazeyên qurbanîyan teslîmê malbatên wan hatin kirin

Cesedê 5 welatîyên Kurdistana Başûr yên ku li navçeya Artukluya Mêrdînê di encama kemînekî êrîş li wan hatibû kirin de canê xwe ji dest dabûn, piştî otopsîya ku hat kirin teslîmê malbatên wan hatin kirin.

Ekleme: 20.01.2023 11:35:31 / Güncelleme: 20.01.2023 11:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cesedên qurbanîyên ku 3 kes ji wan pîrek bûn ji Sazîya Tip a Edlî ya Xarpêtê û Mêrdînê ji malbatên wan re hatin teslîmkirin.

Dema ku cenaze teslîmê malbatên wan hatin kirin eqrebeyên wan gelek xemgîn bûn.

Serokê Bajarê Mêrdînê yê HUDA PARê Îsmaîl Çevîk jî hat cîhê Sazîya Tip a Edlî û ji êş janên malbatan re bû hevpar, sersaxîyê ji wan re xwest.

Hat hînbûn ku ji cenazeyan 2 hebên wan li herêma Şeladizeyê ku girêdayê bajara Dihokê, 3 kesên dinê jî ew ê li Bagerayê bên definkirin.

Pêr di seatên êvarê de li alîyê Yenîkoya Artukluya Mêrdînê 3 jê pîrek 5 kesên ku di nav erebeyeke bi plaqeya Iraqê de bûn, ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ve dûçarê êrîşê bûbûn.

Êrîşdaran piştî ku qurbanîyan ji erebeyê peya kirin gule berê serê wan dan û dû re jî revîyan. Piştî êrîşê Abdullah Salih Mistefa (69), Çîmen Şahîn Xalid (75), Hindirîn Abdullah Salih (39) li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan, Wehîde Haydar Casim (63) û Ehmed Celaleddîn Îbrahîm (45) jî bi giranî birîndar bûn lê ew jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê li gorî daxuyanîya ku ji teref polês ve hat dayîn 6 şikdar hatine binçavkirin. (ÎLKHA)