Ji rejîma îşxalker êrîş li Cenînê: 2 şehîd, 3 birîndar

Rejîma îşxalker a sîyonîst, di encama êrîşa ku li Cenîna Şerîaya Rojava kir de, 2 Filistînî şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 19.01.2023 11:45:31 / Güncelleme: 19.01.2023 11:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa rejîma îxşalker a sîyonîst, di seatên serê sibê de êrîş li Cenîna Şerîaya Rojava kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku di êrîşa îşxalkeran a ku li Cenînê kirin de Cewad Huseyîn Bevakîneyê 58 salî û Edhem Muhammed Cebbarînê 26 salî şehîd bûn.

Hat destnîşankirin ku Bevakîneyê mamoste, dema ku midexeleya ‘ewil a tenduristîyê li Cebbarînê ku li ber derê xwe dûçarê êrîşê hatibû dikir bû hedefê guleyan.

Di nîqaşên ku di dema êrîşê de hat kirin de 3 kes birîndar bûn, çend kes jî êsîr hatin girtin.

Hejmarê Filistînîyên ku şehîd bûne ji serê salê vir ve 4 jê zarok tevde gihaşt 17 kesan. (ÎLKHA)