Li Ermenistanê di leşkergeha leşkerî de şewat derket: 15 mirî

Wezareta Parastin yê Ermenistanê daxuyand, di encama şewata ku di leşkergeha leşkerî de pêk hat de 15 leşker canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 19.01.2023 10:25:31 / Güncelleme: 19.01.2023 10:25:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Parastin yê Ermenistanê ragihand, di leşkergeha ku nîşandar û endazyar tê de dijîyan de di nîvê şevê de şewat derket, di encama şewatê de 15 leşker mirin, 3 leşker giran birîndar bûn.

Li gorî daneyên ku ji medyaya mehellî hatine bidestxistin şewat, li gundê Azata ku li herêma Gegharkunika derdorê Çema Sevalê ye di seat 01.30yan de ji ber sedemeke ku hêj nediyare pêk hatîye.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hindir ve hat belavkirin de jî hat diyarkirin ku şewat di seat 06.30yan de bi temamî hat tefandin. (ÎLKHA)