Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend PKKyîyên ku amadehîya êrîşan dikirin girt

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, komek endamên PKKê li Herêma Kurdistana Iraqê hatin girtin.

Ekleme: 18.01.2023 11:40:29 / Güncelleme: 18.01.2023 11:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê girtina çend endamên PKKê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê ku ji teref  Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve hat belavkirin de hat destnîşan kirin “Li parêzgeha Dihokê komeke terorîstî ya PKKê ku çavdêriya otomobîlên leşkerî, kesayetiyên olî, civakî û siyasî dikirin, li parêzgeha Dihokê girtin.”

Di qeydên wîdeoyê yên ku hatin belavkirin de tê dîtin PKKyîyên ku hatine girtin îtîraf dikin ew hatine wezîfedarkirin da ku li Herêma Kurdistana Iraqê çalakîyên bi bombeyî tertîp bikin.(ÎLKHA)