Bûyer, doh êvarê di seat 22.30yan de li alîyê Bûlwara Atatirka Taxa Komareyê pêk hat.
Piştî teqînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, polês, lêgerîna cîhê bûyerê û erdgazê hatin sewqkirin.
Şewata ku di malê de derket ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hat tefandin, lê di malê de xesara meddî çêbû.
Derheqê teqînê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)