Li Emrîqayê êrîş li malekî hat kirin: 6 mirî

Li wîlayeta Californiaya Emrîqayê bi çekan êrîş li malekî hat kirin, di encama êrîşê de 6 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 17.01.2023 09:05:27 / Güncelleme: 17.01.2023 09:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Gohsena ku li navçeya Tulareya wîlayeta Californiayê ye pêk hat.

Di êrîşê de 1 jê pitikeke 6 mehî tev de 6 kesan canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin ku êrîş ji teref herî kêm 2 kesan ve hat kirin, 6 qurbanîyan jî bi guleyan hatine kuştin.

Piştî êrîşê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristî hatin sewqkirin, hat dîtin ku hinek qurbanî li derveyê malê hinek jî di nav malê de ne. (ÎLKHA)