Rejîma îşxalker a sîyonîst zarokeke Filistînî yê dinê jî şehîd kir

Xortê 14 salî yê Filistînî ku îro danê sibê bi gulebarankirina li bajarê Beytlehema Şerîeya Rojava ya ku hatîye îşxalkirin, ji aliyê endamên rejîma îşxalker a Siyonîst ve bi giranî birîndar bûbû, lê nehat rizgarkirin.

Ekleme: 16.01.2023 16:40:24 / Güncelleme: 16.01.2023 16:40:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, Omer Hammur di dema serdegirtina Kampa Penaberan a Dehîşa ya li bajarê Beytlehmê ji aliyê leşkerên rejîma îşxalker ve bi guleya ji serê Omer Hammûr hat girtin.

Hatibû diyarkirin ku îşxalkerên ku êrîşî Kampa Penaberan a Dehîşe kirin Hammurê 14 salî bi giranî birîndar kirin û rewşa zarokê Filistînî giran e.

Hate diyarkirin ku Omer Hammurê ku rakirin nexweşxaneyê digel hemû mudaxeleyan şehîd ket.

Hêzên îşxalker ji serê salê vir ve 4 zarokan qetil kirin. (ÎLKHA)