Siyonîstên îşgalker yek ji wan rayedarê HAMASê 4 kesan desteser kir

Siyonîstên îşxalker ku li herêmên cuda yên Şerîeya Rojava û Qudsê êrîşî Filistîniyan kirin, yek ji wan rayedarên HAMASê yên li herêmê 4 kesan desteser kirin.

Ekleme: 14.01.2023 10:25:32 / Güncelleme: 14.01.2023 10:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Siyonîstên îşxalker ku di saetên serê sibê de li Şerîeya Rojava ya Filistînê û Qudsê êrîşî Filistîniyan kirin, 4 kesên ku di nav wan da Serokê Hamasê Abdulbasit El-Hecî jî heye desteser kirin.

Siyonîstên îşxalker ên ku Abdulbasit El-Hacê ji mehkûmên berê û berpirsên HAMASê yê li herêmê binçav kirin, di êrîşa xwe ya li ser Cenînê da erebeya Hecî revand. Hate gotin ku El-Hacê ku zewicî ye û sê zarokên wî hene, 20 salan di demên cuda de dîl hatiye girtin û ji ber êşkence, tengasî û muameleya xerab di vê heyamê de rastî gelek nexweşiyan hatiye.

Ji aliyê din ve siyonîstên îşxalker ku ber destê sibê êrişî Filistîniyan kirin, li Tubas, Ramallah û Qudsê li Şerîeya Rojava 3 kesan desteser kirin. (ÎLKHA)