Di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li Perûyê de hejmara kuştiyan derket 48an

Di pevçûnên ku di navbera xwepêşander û polêsên ku xwestin Serokdewlet Dina Boluarte îstifa bike û hilbijartin bên kirin de hejmarê miriyan derket 48 kesan.

Ekleme: 13.01.2023 15:35:37 / Güncelleme: 13.01.2023 15:35:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di xwepêşandana li Cuscoyê de kesek hat kuştin û 22 kes jî birîndar bûn. Ji 11ê Kanûna 2022an heta îro hejmarê kesên ku di xwepêşandanên li dijî hikûmetê de mirin derket 48 kesan û hejmarê birîndaran jî gihaşt 700î kesan.

Di daxuyaniya Koordînasyona Neteweyî ya Mafên Mirovan a têkildarî xwepêşandanan de hate gotin ku polîsan tundî li dijî xwepêşanderan bi kar aniye û ji rayedaran hatiye xwestin ku bira ji ev tundîyê dawî bikin.

Serokdewlet Dina Boluarte di 10ê Çileyê de careke din banga diyalogê li xwepêşanderan kir û xwest ku xwepêşandan bi dawî bibin.

Hilbijartin wê di Nîsana 2024an de bên kirin

Xwepêşandarên li Perûyê piştî hilweşandina serokê berê Pedro Castillo ji hêla Kongreyê ve di 7ê Kanûna Pêşîn a 2022an de dest pê kirin.

Daxwaza Boluarte ya ji bo hilbijartina pêşwext a ku di Nîsana 2024an de di encama dengdana Kongreyê de hat kirin hat qebûlkirin. (ÎLKHA)