Ji Îranê ji Efxenistanê re peyama sersaxiyê

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan di pêwendiyeke telefonî de ligel Wekîlê Wezîrê Derve yê Efxenistanê Emîrxan Mutteqî êrîşa terorîstî ya ku li nêzîkî Wezareta Derve ya Efxenistanê pêk hat şermezar kir.

Ekleme: 13.01.2023 14:40:31 / Güncelleme: 13.01.2023 14:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ebdullahiyanê Wezîrê Karên Derve yê Îranê di hevdîtina digel Emîrxan Mutteqî de dilgiraniya xwe ji ber êrişa terorîstî ya ku bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan nîşan da û sersaxîya xwe teqdîm kir.

Abdullahiyan weha got, "Teror dijminê hevpar ê welatên herêmê ye. Di çarçoveya armancên emperyalîzma cîhanî de bi kuştina mirovên bêguneh hewl didin welatên kolonyalîst li ser welatên herêmê serdest bikin."

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Efxenistanê Emîrxan Muttaqî jî li ser têkiliyên dostane yên her du welatan sekinî û bal kişand ser têkoşîna bi biryar a li dijî terorê bi hevkariya welatên cîran. (ÎLKHA)