Etiyopya ji 400î zêdetir girtiyên reviyayî digerin

Hêzên ewlehiyê yên Etiyopyayê ji  400î zêdetir girtiyên ku ji girtîgehê reviyane digerin.

Ekleme: 13.01.2023 14:30:49 / Güncelleme: 13.01.2023 14:30:49 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hêzên ewlehiyê yên Etiyopyayê li nêzîkî 480 girtiyan ku di nav wan de endamên komên serhilda yên ku ji zindana li başûrê bajarê Bule Hora jî hene digerin.

Di 8ê Çileyê de komeke çekdar êrîşî girtîgehê kir û 5 gardîyanan kuştin, di encamê de hemû girtiyên li girtîgehê jî reviyabûn.

Nayê zanîn ku heta niha çend ji girtiyên reviyane hatine girtin.

Rayedaran jî ji êrîşê mîlîtanên Artêşa Rizgariya Oromo sûcdar dikin.

Rêberên komê diyar dikin ku armanca wan ew e ku serxwebûna parêzgeha Ormiyê, herêma herî qelebalix a Etiyopyayê, bi dest bixin. (ÎLKHA)