Li Êlihê êrîş li erebeyek hat kirin

Li navçeya Hezoya Êlihê êrîş li wesayîtek hat kirin, di encama êrîşê de 2 kes canê xwe ji dest dan 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 13.01.2023 11:05:25 / Güncelleme: 13.01.2023 11:05:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di seatên êvarê de li Hezoyê pêk hat.

Li gorî îddîayan ji teref hinek kesên ku di navbera wan de ji berê ve neyartî hebûye ve de, êrîş li wesayîta ku neyar tê de bûn hat kirin.

Di êrîşê de Hîfzullah Guler û Abdurrahman Guler canê xwe ji dest dan, Omer Guler, Huseyîn Guler, Necmettîn Guler, Îsmet Guler û Mehmet Ozcan birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Hezoyê. Hat hînbûn ku rewşa hinek birîndaran giran e.

Ji bona kes an jî kesên ku êrîşê kirine bên qefaltin xebat hat destpêkirin. (ÎLKHA)