Li Spanyayê 80 kelek şewitîn

Li bajara Marbellaya Spanyayê nêzê 80 kelek di nav agir de man.

Ekleme: 13.01.2023 09:40:27 / Güncelleme: 13.01.2023 09:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şeva Çarşemê li bajara Marbellaya ku li başûra Spanyayê ye di bendereke kelekan de şewatek derket, nêzê 80 kelek şewitîn.

Li gorî rayedaran şewata ku di seatên 19.00an de derket ji bona ku bê tefandin ji bendera La Bajadillayê 30 erebeyên îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Şewata ku ji ber sotemenî û amûrên plastîk ve gur bû. Digel mezinahîya şewatê mirin çênebûn.

Tê destnîşankirin ku temamê kelekan çend milyon Euro ye.

Sedema derketina şewatê hêj nayê zanîn. (ÎLKHA)