Baveke Filistînî yê ku nehêşt kurê wî bê desteserkirin hat qetilkirin

Rejîma îşxalker a siyonîst li Kampa Miltecîyan a Kalendiyeyê bavekî Filistînî yê ku nedihêşt kurê wî bê desteserkirin, şehîd kir.

Ekleme: 12.01.2023 09:20:29 / Güncelleme: 12.01.2023 09:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Filistine, leşkerên rejima îşxalker li Kampa Penaberan a Kalendiye welatiyekî Filistînî yê bi navê Semîr Avnî Harbî Aslan ê 41 salî qetil kirin.

Aslan di encama gulebarana hêzên rejîma îşxalker a ku avêtin ser kampa penaberan de, gule li sînga wî ket û canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Ragihandinê ya Kalendiyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hejmareke zêde ya ciwanên Filistînî yên ji Kalendiyayê ji teref hêzên rejîma îşxalker ve hatine desteserkirin.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku Aslanê ku xwest desteserkirina kurê xwe asteng bike ji teref siyonîstên îşxalker ve hat qetilkirin. (ÎLKHA)