Li Parîsê êrîşa bi kêrê: Birîndar hene

Hat ragihandin ku li Parîsa paytexta Fransa di êrîşa bi kêrê ya li îstasyona trênê de gelek kes birîndar bûn.

Ekleme: 11.01.2023 14:55:33 / Güncelleme: 11.01.2023 14:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Medyaya Fransayê ragihand ku li rawestgeha trenê ya Gare du Nord a Parîsê ji aliyê kesekî ve bi kêrê êrîşek hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de gelek kes birîndar bûne û agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Hat diyarkirin ku êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatiye qefaltin. (ÎLKHA)