Li Rûsyayê qezaya balafirê: 2 mirî, 10 birîndar

Li Herêma Otonom a Nenetsa ku li bakura Rûsyayê ye di encama ketina balafira ji tîpa Antonov An-2yê de 2 kes canê xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 10.01.2023 11:05:25 / Güncelleme: 10.01.2023 11:05:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Komîtîya Tehqîqata Rûsyayê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku li Herêma Otonom a Nenetsayê balafireke ji tîpa Antonov An-2yê ket xwarê.

Hat îfadekirin ku di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan, 10 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku balafir ji Naryan-Marê ji bona ku biçe Karatayka û Varandeîyeyê firîyaye. (ÎLKHA)