Xozata navçeya Dêrsîmê ji ber harbûyîna heywanan  hat karantînekirin

Li navçeya Xozata Dêrsîmê di çêlekeka ku mir de şoba harbûnîyê hat dîtin, Qeymeqamtî jî qerar da ku navçeyê xistin nav karantînayê.

Ekleme: 10.01.2023 10:50:29 / Güncelleme: 10.01.2023 10:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nimûneyeke ku ji çêlekê hat girtin, ji Labaratuwara Midurtîya Enstîtûya Kontrola Baytar a Xarpêtê re hat şîyandin. Encama testê pozîtîf derket ji bo navçeyê qerara karantînayê hat girtin.

Di çarçoveya qerara karantînayê ji navçe re têketin û derketina heywanan ji bo 6 mehan hat qedexekirin.

Mirovên ku tabi’ê ev qerarê nebin jî ew ê ji wan re 49 hezar û 159 Lîre ceza bê birîn. (ÎLKHA)