Zarokê ku dixwest bi çek fotoxraf bikşîne bi bêhemdî dîya xwe kuşt

Li navçeya Sêwrega Rihayê zarokeke ku bi tivingê dixwest fotoxraf bikşîne bi bêhemdî dîya xwe xist û wê kuşt.

Ekleme: 09.01.2023 11:15:32 / Güncelleme: 09.01.2023 11:15:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Gundê Zengetîlê pêk hat.

Li gorî îddîayan, F.H.yê 9 salî dema ku dixwest bi tivingê fotoxraf bikşîne bi bêhemdî li dîya xwe ya bi navê Guzel H. ye xist û gule li serê dîya wî ket.

Mirovên ku bi dengê tivingê hatine odeyê, dema ku dayîkê di nav xwînê de dîtine xeberê ji ekîbên tenduristîyê re şîyandin.

Ekîbên tenduristîyê ên ku hatin cîhê bûyerê, diyar kirin ku dayîk canê xwe ji dest daye.

Ceseda pîrek, ji merga Nexweşxaneya Dewleta Sêwregê re hat rakirin û F.H. jî hat birin qereqolê.

Zarokê ku bi tevî psîkologan îfadeya wî hat girtin hat berdan.

Tehqîqata ku derheqê bûyerê de hatîye destpêkirin hêna jî didome. (ÎLKHA)