Ji HUDA PARê daxuyanîya “tîfaqa hilbijartinê”

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr weha got, “Niha derheqê tîfaqtîyê de rewşeke ku bi destan bê girtin tineye. Dema ku rewşeke wisa çêbibe ew ê bi raya giştî re bê parvekirin.”

Ekleme: 06.01.2023 16:45:27 / Güncelleme: 06.01.2023 16:45:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê tîfaqan de ku bû çend roje di rojeva welat de ye de daxuyanîyek jî ji Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr ve hat belavkirin.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr, di daxuyanîya xwe yê niviskî de diyar kir ku, ew ê di çarçoveya “tîfaqa hilbijartinê” de ew ê zîyaretên xwe yên bi partîyan re bidomînin.

Demîr destnîşan kir ku doh, di serokatîya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu de, bi tevî Wekîlê Giştî Îshak Saglam re di Navenda Giştî ya AK Partîyê de bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê kirin û weha got, “Niha derheqê tîfaqan de rewşeke ku bi destan bê girtin tineye.”

Demîr, îfade kir ku dema ku rewşeke ku bi destan bê girtin derkeve holê ew ê bi raya giştî re parve bikin û di axavtina xwe de weha got, “Wek ku raya giştî jî zane di demên dawîn de meseleya gelo hilbijartin pêşve bê an jî na derdikeve holê. Ji ber vê yekê ye ku di navbera partîyên sîyasî de trafîka zîyaretê hinek din jî lez bûye û ev jî tişteke normal e. Em jî wek HUDA PARê hevdîtinan dikin.

Doh (5ê Çileya 2023yan roja Pêncşemê) bi tevî Birêz Serokê me yê Giştî ve, Navenda Giştî yê AK Partîyê zîyaret kir. Hevdîtinên me yên bi Birêz Erdogan re berê jî hebûn. Zîyaretên me yên li navendên partîyên dinê jî hebûn. Em ji berê ve dibêjin ku di navbera partîyên sîyasî de derê dîyalogê bira vekirîbe. Ew ê ji vê pê ve jî zîyaretên me bi partîyên sîyasî yên dinê ve bidome.

Niha derheqê tîfaqan de rewşeke ku bi destan bê girtin tineye. Dema ku rewşeke ewakî derkeve holê ew ê bi raya giştî re bê parvekirin. Derheqê hûrgilîyên hevdîtinê de dema ku wextê wê were an Birêz Serokê me yê Giştî an jî kesê ku ew musade bidê agahîyên ku hewcene wê bê parvekirin.” (ÎLKHA)