Li Myanmarê ji 7 hezarî zêdetir mehkûm dê bên berdan

Li Myanmarê ji ber salvegera 75emîn a Roja Serxwebûnîyê ew ê 7 hezar û 12 mehkûm bên efûkirin.

Ekleme: 05.01.2023 11:15:30 / Güncelleme: 05.01.2023 11:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîkarê Wezîrê Ragihandin ya rêveberê leşkerî yê Myanmarê Zo Ming got ku ew ê li welêt 7 hezar û 12 mehkûman ji ber salvegera 75emîn a Roja Serxwebûnîyê efû bikin.

Tun, derheqê qerara efûyê ya ku mehkûmên sîyasî û mehkûmên ku li welêt ji bona ku dengê oppozîsyonê bê qutkirin in di xwe de bihewîne an jî nehewîne de agahî neda.

Di Sibata 2021an de, artêşa Myanmarê derbe kiribû û hikumeta sîvîl ji wezîfeya rakiribû. Serokê Yekîtîya Demokrasî ya Neteweyî Aung San Suu Kyi di mal de hat hefskirin û dûre jî rûberûyê gelek sûcê hat. Dadgeh, di 4 doza neqanûnî de bi tevahî 17 sal ceza jê re da.

4ê Çileya 1948an li welêt serxwebûnîya ji Brîtanyaya Mezin hat îlankirin. (ÎLKHA)