Li Semsûrê 2 erebe li hev qelbîn: 5 birîndar

Di encama qezaya ku li Semsûrê 2 erebe li hev qelibîn de 5 kes birîndar bûn.

Ekleme: 05.01.2023 09:50:28 / Güncelleme: 05.01.2023 09:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li ser rêya Semsûr-Kolika navçeya Kolikê pêk hat.

Erebeya ku di bin kontrola E.A. de bû bi tevî wesayîta ku di bin kontrola M.Ç. de bû li ser rêya gundê Kokalanê li hev qelibîn.

Di encama qezayê de şofêrên erebeyan û 3 kesên ku di nav erebeyê de bûn birîndar bûn.

Mirovên birîndar ji teref ekîbên 112yê ve hatin rakirin nexweşxaneya Dewleta Kolikê. (ÎLKHA)