Îngilistan wê 'Parêzvanên Şoreşê' weke 'rêxistina terorê' îlan bike

Hat îdiakirin ku Îngilistanê xwe amade dike ku Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê wek "rêxistina terorê" îlan bike.

Ekleme: 04.01.2023 11:05:25 / Güncelleme: 04.01.2023 11:05:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku biryara hikûmeta Îngilîstanê ya ku tê payîn di hefteyên pêş de bê girtin, bi saziyên îstixbaratê re demeke dirêj hatiye nirxandin.

Bi biryarê re endambûna Şoreşgeran û piştgirîkirina xebatên wê weke sûc tê dîtin.

Hat diyarkirin ku Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê bêyî hêzên çekdar ên Îranê nêzî 250 hezar personelên aktîf hene. (ÎLKHA)