Li Fîlîpinan lehî: Hejmarê mirîyan derket 51 kesan

Di encama lehîyên ku ji barîna barana zêde li Fîlîpînanê pêk hat de hejmarê mirîyan derket 51 kesan.

Ekleme: 03.01.2023 12:30:27 / Güncelleme: 03.01.2023 12:30:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên ku teref Sazîya Rêveberî û Kêmkirina Rîskên Afet yê Neteweyî ve hat belavkirin, di lehîyan de 51 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn, ji 19 kesan jî xeber nayê girtin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji mirîyan 25 kesên wan ji Mindanaoya Bakurê ne, li welat a ku baran xwe zêdetir tesîrdar kirîye 34 bajêr û herî kêm 10 herêm ji lehîyê tesîrdar bûne.

Hat diyarkirin ku 600 hezar mirov ji lehîyê tesîrdar bûn, 51 hezar û 456 kes ji cîhê xwe bûn, 8 hezar û 600 kes jî hêna li hêvîya tehlîyeyê ne.

Ji ber lehîyê gelek pir û rê jî ji çûndin û hatinê re hatine girtin û ji hinek herêman re jî av û ceryan nayê dayîn.

Herî kêm li 22 bajaran “rewşa afetê” hatîye îlankirin. (ÎLKHA)