Ji Japonyayê ji Apple re ceza

Japonya, ji Apple re ji bona ku qasî 140 milyar yen li gorî dolarê 2 milyar dolar firotineke bê bac kirîye, 104 milyon dolarî ceza birî.

Ekleme: 02.01.2023 11:15:25 / Güncelleme: 02.01.2023 11:15:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Daîreya Backirina Herêmî ya Tokyoyê, di lêgerîna ku li dijî Appleyê dikir de, tespît kir ku şîrket, li Japonyayê firotinin bê bac dike.

Hat dîtin ku şîrket li Japonyayê di navbera salên 2020-2021an de nêzê 140 milyar yen yanê qasî 2 milyar dolarî bê bac firotinê kirîye.

Sazîya Japon ya ku lêgerînê kirîye got ku, şîrket dema ku raporek bide dewletê ku di wê raporê de binivîse ku ew firotina bê bac nekirine û ev tiştê ku hatîye dîtin jî bi xeletî çêbûye dîsa jî 14 milyar yen ceza jê re hat birîn. Japonya îsal di berhemên Appleyê de 26 milyar firotinê kirîye. (ÎLKHA)