Li ser baregeheke leşkerî ya Amerîkî ya îşxalker li Sûriyê êrîş hat kirin

Li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê çend mûşek avêtin baregeha Amerîkayê.

Ekleme: 31.12.2022 11:55:28 / Güncelleme: 31.12.2022 11:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li kêlgeha petrolê ya El-Omer a li rojhilatê Dêra Zorê dengê teqînan hatiye û helîkopter jî li esmanê herêmê geriyan.

Der barê kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.

Ji bilî hêzên koalîsyona bi pêşengiya Emrîqayê li herêmê depoyên çekan hene.

Baregeh li ser sînorê sêgoşeya Sûriye-Iraq-Urdin e (ÎLKHA)