Li ser rêya Sêrt-Êlihê qeza: 6 birîndar

Di qezaya ku li nêzê Gundê Şen a ku girêdayê Misirca Sêrtê ye pêk hat de 6 kes birîndar bûn.

Ekleme: 31.12.2022 09:35:25 / Güncelleme: 31.12.2022 09:35:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li nêzê Gundê Şen a ku girêdayê Misirca Sêrtê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya ku ji alîyê Misircê ve diçû, li erebeyake din ya ku ji alîyê Êlihê ve diçû qelibî.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de Aynur Cancan (39), Bahattîn Cancan (47), Delal Kurt (6), Sîbel Kurt (36), Sezgîn Aydin (44) û Denîz Aydin (46) birîndar bûn.

Mirovên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)