Li Pakistanê pevçûn: 3 leşker canê xwe ji dest dan

Li Pakistanê di navbera leşker û kesên êrîşdar de pevçûn derket, di encama pevçûnê de 3 jê leşker 5 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 30.12.2022 12:05:28 / Güncelleme: 30.12.2022 12:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li herêma Kurrama wîlayeta Heyber-Pextunvayê pêk hat.

Ji teref artêşa Pakistanê ve hat daxuyandin ku di navbera leşkeran û komeke çekdar de pevçûn pêk hat.

Di encama pevçûnê de 3 leşker canê xwe ji dest dan, 2 êrîşdar jî hatin kuştin.

Di dawîya daxuyanîyê de hat îfadekirin ku, piştî pevçûnê, gelek cebilxane û çekên aîdê êrîşdaran jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)