Li Kamboçyayê di otêlê de şewat: Herî kêm 10 mirî

Li bajara Poîpeta Kamboçyayê di nav otêlêkî de şewat derket, di encama şewatê de ji 10î zêdetir mirov mirin, 30 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 29.12.2022 15:10:32 / Güncelleme: 29.12.2022 15:10:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat li otêlekî ya ku li bajara Poîpetaya ku girêdayê wîlayeta Banteay Meancheyê ye pêk hat.

Ji cîhê şewatê re gelek ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin, di encama bûyerê de herî kêm 10 kes canê xwe ji dest dan û 30 kes jî ji dûmanê bi jehrê ketin.

Ekîbên ku gihaştin cîhê bûyerê dest bi xebatên lêgerîn û xelaskirinê kirin.

Sedema derketina şewatê hêj nayê zanîn û derheqê şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)