Li Îdirê erebeya bi zirh qelibî: 12 birîndar

Li Îdirê erebeya bi zirh ya ku lastîka wê teqîya di kêleka rê de qelibî, di encama qezayê de 12 leşker birîndar bûn.

Ekleme: 29.12.2022 15:05:30 / Güncelleme: 29.12.2022 15:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li navçeya Têşberûna Îdirê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi zirh ya aîdê Fermandarîya Alaya Sînor ya 5emîn e di encama teqîna lastîkê de qelibî.

Di endama qezaya erebeya leşkerî de 12 leşker birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristîyê, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e. (ÎLKHA)