Li Emrîqayê bahoza berfê: Hejmarê mirîyan derket 63 kesan

Ji ber hewayên serma yê ku li 12 wîlayetên Emrîqayê bi bandor e heta niha 57 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 28.12.2022 16:20:26 / Güncelleme: 28.12.2022 16:20:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya Emrîqayê li 12 wîlayetên ku tê de wîlayetên New York, Ohio, Kentucky, Missouri, Tennessee û Kansas jî hene mirinên ji ber şert û mercên hewaya çêdibin pêk tê.

Hat destnîşankirin heta niha ji ber sermayê 63 kes canê xwe ji dest dan.

Serokê Emrîqayê Joe Biden doh li Emrîqaya ku di dîroka xwe de sermayeke dijwar dijî rewşa acîl ya bahoza berfê îlan kir.

Li welêt roja Şemîyê ji ber hewaya xerab 7 hezarî zêdetir seferên hewayê hatin betalkirin.

Hat diyarkirin ku 1.5 milyon xanî û 150 hezar dikan jî bê ceryan mane.

Tê texmînkirin ew ê ev hewaya sar vê hefteyê jî bidome. (ÎLKHA)