Li Mêrdînê operasyona tiryakê: 61 qerara binçavîyê

Di encama operasyona ku li Mêrdînê li dijî firotvanên tiryakê hat kirin de, gelek şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 28.12.2022 09:50:27 / Güncelleme: 28.12.2022 09:50:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Polêsê Mêrdînê, îro serê sibê di çarçoveya operasyonên tiryakê de xwe avêtin ser malên şikdarên firotvanên tiryakê.

Di operasyona ku 721 endamê ewlehîyê beşdarî bûn de, 61 şikdarên ku derheqê wan de qerara binçavkirinê heye hatin binçavkirin.

Di encama lêgerîna ku li malên wan şikdaran hat kirin de tiryak jî hat bidestxistin.

Şikdarên ku hatin qefaltin piştî kontrola wan yê tenduristîyê hatin şîyandin Midurtîya Ewlehîya Mêrdînê. (ÎLKHA)