Pîreka ku ji qata 7emîn ket xwarê giran birîndar bû

Pîreka ku li Sêrtê di avahîyekî de ji qata 7emîn ket xwarê hat rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Sêrtê.

Ekleme: 27.12.2022 10:30:27 / Güncelleme: 27.12.2022 10:30:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Taxa Veysel Karanî ya li navenda Sêrtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin, pîrekeke bi navê A.S., dema ku camên pacêya xwe paqij dike hevsengîya xwe winda dike û ji qata 7emîn dikeve xwarê.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Pîreka birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve bi ambûlansan hat rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Sêrtê.

Hat hînbûn ku derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)