Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Ji partîyên cuda ji me re derheqê tifaqê de pêşniyaz tênê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, derheqê tîfaqa navbera partîyan de weha got, “Ji partîyên cuda ji me re pêşniyaz hene. Lê tu peymanek û sozeke ku me daye tuneye.”

Ekleme: 27.12.2022 09:55:27 / Güncelleme: 27.12.2022 09:55:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zekerîya Yapicioglu, li Malamamoste ya Edeneyê di civîna çapemenîyê de derheqê rojevê de axivî, pirsên rojnamegeran bersivand.

“Em di fikra ku gerek em di nav tifaqekî de bin nînin”

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, ji pirsa rojnamegerekî yê ku pirsîbû wê ew di nav tifaqekî de bibin an jî na re weha bersiv da.

“Em di fikra ku gerek em di nav tifaqekî de bin nînin. Encax dibe ku em bikevin nav tifaqekî. Dema ku şert û merc rê bide me, pêşniyaz baş be û teklîfeke wisa ji me re were dibe ku em di nav tifaqekî de cî bigrin. Lêgerîneke me ya ku em tifaqeke sêyemîn saz bikin tineye lê sazkirina tifaqên nû xeyn ji tifaqên ku niha hene jî mimkin e. Em wek HUDA PARê peyameke me ya ku em bi kesekî re tifaqê kirine tuneye. Lê ji partîyên cuda û milên cuda ji me re pêşniyazan hene. Tu peymaneke ku me kirîye tuneye, sozeke ku me daye jî tuneye. Dema ku ev pêşniyazan ji peymanekî re vegere ji xwe em ê wê jî ji raya giştî re bang bikin.” (ÎLKHA)