Li Nîjerê helîkoptera leşkerî ket xwarê: 3 mirî

Wezareta Parastin ya Nîjerê daxuyand, di encama ketina helîkoptera leşkerî ya di dema firîna perwerdehîyê de ket xwarê de, 3 endamên leşkerîyê canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 27.12.2022 09:35:25 / Güncelleme: 27.12.2022 09:35:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Nîameya paytexta Nîjerê helîkoptereke leşkerî ket xwarê.

Ji teref wazaretê ve hat belavkirin ku helîkoptera ji tîpa Mi-17 piştî firîna perwerdehîyê dema ku xwe li Balafirgeha Leşkerî ya Nîameyê daxe ‘erdê ket xwarê.

Di helîkoptera ku tê de şewat jî derket de, hat ragihandin ku 3 endamên leşkerîyê canê xwe ji dest dane.

Derheqê sedema qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)