185 miltecîyên Arakanî gihaştin Endonezyayê

185 miltecîyên Arakanî yên dinê jî ku ji zilma Myanmarê direvin û bû çend hefteye bi kelekan rêwîtîyê dikin gihaştin Endonezyayê.

Ekleme: 27.12.2022 09:20:25 / Güncelleme: 27.12.2022 09:20:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ewlehîya Açeyê derheqê miltecîyên ku gihîştine beravekî ya li herêma Açeya Endonezyayê de daxuyanî da, di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku komeke miltecîyan a ku jî 185 kes tê de bûn û di nav wan de zarok, pîrek û zilam jî hene di seatên êvarê de li herêma Pîdîeyê di beravekî de hatin dîtin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, miltecîyan ji ber ku bi hefteyan di nav behrê de mane reht bûne, ji ber vê yekê ew ê lazimatîya xwarin û tenduristîyê ya komê wê bê dîtin.

Çend rojê berê jî komeke Arakanî bi kelekan xwe gihiştandibûn Endonezyayê. (ÎLKHA)