Li Sudanê di navbera ‘eşîretan de pevçûn: 12 mirî

Li wîlayeta Darfura Başûr ya Sudanê di navbera ‘eşîretan de pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de 12 kes canê xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 26.12.2022 09:25:26 / Güncelleme: 26.12.2022 09:25:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Koordînatortîya Giştî ya Penaberan û Miltecîyan a li herêma Darfurê ve hat belavkirin, ji ber pevçûnên ku di navbera ‘eşîretan de pêk hatin 12 gund hatin şewitandin.

Di bûyeran de 12 kes canê xwe ji dest dan, 42 kesên ku di nav wan de zarok, pîrek û îxtîyar jî hene birîndar bûn.

Bi sedan malbat jî, mecbûr man ku ji herêma Darfurê koçê herêmên dinê bikin.

Walîtîya Darfura Başûr, li herêma Belîla ku bûyeran pêk hatin rewşa acîl û qedexekirina derketina derve îlan  kir. (ÎLKHA)