Qîza Hesen el-Benna li Stenbolê wefat kir

Hala Hesen el-Bennaya qîza Hesen el-Benna li Stenbolê di nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin wefat kir.

Ekleme: 25.12.2022 10:25:25 / Güncelleme: 25.12.2022 10:25:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Prof. Dr. Hala Hesen el-Bennaya qîza Hesen el-Bennayê damezrînerê Cemaata Birayên Misliman li Stenbolê di nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin wefat kir.

Nimêja cenazeyê ya merhumeyê li Mizgefta Eyupsultan hat kirin û dûre li Goristana Eyupsultan hat definkirin.(ÎLKHA)