Li Colemêrgê erebeya serwîsê gêrê şerempolê bû: 11 birîndar

Li Durankayaya Colêmêrgê erebeya serwîsê li şerempolê gêr bû, di encama qezayê de 2 jê giran 11 kes birîndar bûn.

Ekleme: 24.12.2022 10:45:05 / Güncelleme: 24.12.2022 10:45:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mînîbûs, ji ber mij û bapûkê li nêzê Mehelleya Nû li şerempolê gêr bû.

Di encama qezayê de 4 jê mamoste, 2 xwendekar 4 endamên dibistanê û şofêr birîndar bûn, mirovên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Colêmêrgê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e. (ÎLKHA)