Şer, di navbera avahîyeke ku li Taxa Şêx Şamîl a li navçeya Rezan e de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tê îddîakirin ku di navbera wezîfedarê avahîyê ya ku heqê motora avê daxwaz kirîye û şênîyên avahîyê de nîqaş derket. Nîqaş di demeke kurt de bi kêran vegerîya şerê û bi tevî beşdarbûna eqrebeyên mirovan di encama şer de 4 kes birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê û polês hatin sewqkirin. Kesên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê, 7 kesên ku hatine tespîtkirin ku beşdarî şer bûne hatin binçavkirin. (ÎLKHA)