Hîva Sor a Afganî alîkariya pereyan li parsekên Heratê belav dike

Hîva Sor a Afganî, li Heratê ji parsekên re dest bi alîkarîya mehane ya pereyan kir.

Ekleme: 23.12.2022 16:40:25 / Güncelleme: 23.12.2022 16:40:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Heratê ji 400 malbatên parsek 130 malbat ji teref ARCS ve her meh 2000 Afganî distînin.

Di meha Tebaxê de, Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ji bona ku di nav civakê de parsektîyê helîne di kolanan de dest bi pêvajoya komkirina parsekan kir.

Emîrtîya Îslamî her wiha qerar da ku bila parsekên ku ne mihtacin parsektîyê dikin re hişyarîyê da ku bila parsekçîtîyê berdin dema ku bernedin ew ê li gorî qanûnan miamele ji wan re bê kirin û ji malbatên ku mihtacin û ji ber vê yekê parsekîyê dikin re jî qerar da ku ew ê her meh 2.000 afganî bide. (ÎLKHA)