Li Rihayê bi dar û keviran şer: 7 birîndar

Li navçeya Siwêregê di navbera du gundan de ji ber nerazîbûna ‘erdan bi dar û keviran şer derket, di encama bûyerê de 7 kes birîndar bûn.

Ekleme: 23.12.2022 11:30:28 / Güncelleme: 23.12.2022 11:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Gundê Bejikê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera du gundan de nîqaş pêk hat.

Di encama nîqaşa ku vegerîya şerê de 7 kes birîndar bûn, 7 erebe û kefçeyek zerarê dîtin.

Gundîyên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Piştî şer li gund ewlehîyeke mezin hatin girtin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)