Ji Karwana Hêvîyê ji malbata ku mala wan şewitî re alîkarî

Komeleya Karwana Hêvîyê, ji malbata ku li Edeneyê xanîyê wan şewitî û hemû eşyayên wan wêran bû re alîkarîyê kir.

Ekleme: 23.12.2022 10:05:30 / Güncelleme: 23.12.2022 10:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ji malbata Elkîloya Sûrîyeyî ya ku xanîyên wan şewitî re destê xwe yê alîkarîyê dirêj kir.

Ramazan Tumayê endamê komeleyê derheqê alîkarîyê de agahîyan da û ew ji malbatê re eşyayên navmalê dane.

Tumay îfade kir ku ev malbata Sûrîyeyî xwe gihandine wan û gotine ku mala wan şewîtîye û hemû eşyayên wan wêran bûye, “Em bi Komîsyana Karwana Hêvîyê hatin cem wan, me lêgerîn kir û dît ku di nav mala malbatê de tiştekî nemaye. Em jî wek Karwana Hêvîyê eşyayên ku birayên me yên dikandaran dane me û alîkarîyên ku ji me re hatine kirin teslîmê wan kir. Em ê bi îzna Xwedê bi alîkarîya xêrxwazan xwe bighêjînin birayên xwe yên mihtac yên dinê jî.”

Tumay alîkarîya meddî yê ku xêrxwaz dane wan jî teslîmê malbatê kirin û ji xêrxwazan re sipasîyan kir. (ÎLKHA)