Li Meletîyê du erebe li hev qelibîn: 2 birîndar

Di encama qezaya ku li ser rêya Meletî-Sêwasê bi li hev qelibîna 2 erebeyan pêk hat de 2 kes birîndar bûn.

Ekleme: 23.12.2022 09:45:28 / Güncelleme: 23.12.2022 09:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seat 22.30an de li Çarrêya Girêdayê Rêya Derdora Bakur yê Taxa Kendîrlîyê pêk hat. Li gorî agahîyan erebeya bi plaqeya 06 BY 9686 ya ku di bin kontrola R.D. de bû û ji Meletîyê diçû Sêwasê li erebeya bi plaqeya 44 ABG 411 ya ku di bin kontrola B.S. de bû qelibî.

Di encama qezayê de B.S.yê şofêr û H.D. (42) yê ku di nav erebeya dinê de rêwî bû birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)