Li Tekîrdagê karkerê serwîsan li tirê qelibî: 12 birîndar

Li navçeya Ergeneya Tekîrdagê mînîbûseke ku karker tê de bûn li tirekî qelibî, di encama qezayê de 12 kes birîndar bûn.

Ekleme: 22.12.2022 14:35:30 / Güncelleme: 22.12.2022 14:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seatên serê sibê de li Taxa Ulaşê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku di bin kontrola E.Y. de bû û karker tê de bûn, ji ber mijê di çarrê de li tirekî qelibî.

Di encama qezayê de 12 karker birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê û polês hatin sewqkirin. Karkerên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)