Li Êlihê êrîşa çekdar: Mirîyek 3 birîndar

Li Êlihê keseke ku nasnameyê wê nehat hînbûn, bi çekan êrîşî 4 kesên ku bi wan re niqaşê kiribû kir. Di encama êrîşê de kesek canê xwe ji dest da 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.12.2022 11:25:27 / Güncelleme: 22.12.2022 11:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Taxa Akyurekê pêk hat. Li gorî îddîayan di navbera kesên ku ji berê ve di navbera wan de neyartî hebûye de nîqaş derket û dû re jî bi çekan şer pêk hat.

Kesê ku di nîqaşê de çekê xwe derxist Mehdî B. Mehmet Şîrîn K. Ridvan A. û Hayrettîn K. birîndar kir.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

 Ji birîndaran Mehdî B. li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)