Li Rihayê di navbera eqrebeyan de şer: Mirîyek 2 birîndar

Li navçeya Qerekoprîya Rihayê di navbera eqrebeyan de ji ber nerazîbûna ‘erd bi çekan şer derket, di encama şer de kesek canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.12.2022 09:50:28 / Güncelleme: 22.12.2022 09:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Gundê Maşûkê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, nîqaşa ku di navbera eqrebeyan de ji ber nerazîbûna ‘erd pêk hat bi derxistina çekan pevçûn pêk hat.

Di encama pevçûnê de Î.Ş, F.Ş., û E.Ş. birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaeneyê, Î.Ş. jî dema ku bi tevî mînîbûsa xwe ji cihê bûyerê direvîya qeza kir.

Ji birîndaran E.Ş. di nexweşxaneyê de digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)