Li Kolombîyayê tankera sotemenîyê teqîya

Di encama teqîna tankera sotemenîyê li bajara Barranquillaya Kolombîyayê de kesek canê xwe ji dest da.

Ekleme: 22.12.2022 09:35:27 / Güncelleme: 22.12.2022 09:35:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî  agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, di depoyeke ku li herêma bendera bajêrê ye de teqînek pêk hat.

Keseke ji ekîba îtfaîyeyê yê ku midexeleya şewatê dikir canê xwe ji dest da.

Serokê Dewletê yê Kolombîyayê Gustavo Petro derheqê bûyerê de daxuyanîyek belav kir, destnîşan kir ku di teqînê de endamê îtfaîyeyê Javier Solanoyê 53 salî canê xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku kontrolkirina şewatê dibe ku heta 3-4 rojan bidome.

Xebatên tefandina şewatê hêj jî didome. (ÎLKHA)